Haydar Şahin
11 Tebax 2020•Rojanekirin: 12 Tebax 2020
Lahur Şêx Cengî Talabaniyê Hevserokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) a li Iraqê diyar kir ku bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ket.
Talabanî di dîmenên li ser Facebookê weşand da wiha got: "Min xwest ku bi xwe bibêjim. Ez jî bi vê vîrusê ketim. Lêbelê rewşa min baş e."
Talabaniyê Hevserokê YNKyê got di vê pêvajoyê da hîn bû ku nexweşên Kovîd-19ê êşeke çito dikişînin.