Ajansa fermî ya Libnanê: Îsraîlê sînor binpê kir, bombeya fosforê bi kar anî
Hat ragihandin hêzên Îsraîlê qasî demekê sînorê Libnanê binpê kirin û dema vekişiyan jî bombeya fosforê bi kar anîn.
Lebanon
Hat ragihandin hêzên Îsraîlê qasî demekê sînorê Libnanê binpê kirin û dema vekişiyan jî bombeya fosforê bi kar anîn.
Ajansa fermî ya Libnanê NNAyê daxuyand 3 tankên Îsraîlê li başûrê welêt sînor binpê kirin.
Ji tankan yek di nav demeke kin da vekişiya, yên din jî qasî demekê li aliyê Libnanê man.
Di nûçeyê da hat gotin dema tankên Îsraîlê vekişiyan ji bo ku dar û pûşên li herêmê bişewitînin bombeya fosforê bi kar anîn.
Der barê zirara ku ji ber şewatê çêbûye da tu agahî nehat dayîn.
Xeta Hêşîn a di navbera Îsraîl û Libanê da ji hêla Îsraîlê va tê îxlalkirin. Ji ber van binpêkirinên esmanî, bejayî û behrê di mehên dawîn da rageşî zêde bûn.
Li gor biryara Konseya Ewlehiyê ya NYyê yaku hejmara wê 1701 e divê Îsraîl vekişe paşiya Xeta Hêşîn, herêma di navbera Xeta Hêşîn û Çemê Lîtaniyê bêçek be, li vir bi tenê hêzên çekdar ên Libnanê û wesayîtên eskerî yên UNIFILê bimînin.
Di sala 2000î da dema Îsraîl ji başûrê Libnanê vekişiya sînorek ji hêla NYyê va hat diyarkirin ku ji wê ra dibêjin Xeta Hêşîn.