Önder Beyter
11 Tebax 2020•Rojanekirin: 13 Tebax 2020
Beşîr el-Becawiyê Tûnisî ji bo enstîtuyeke lêkolînê ya girêdayî hikûmetê maran digire û pê debara xwe dike.
Li Tûnisê, Becawî takekes e ku rûxsata wî ya nêçîrvaniya maran heye ku ji hêla Wezareta Jîngeh û Çandiniyê hatiye dayîn. Becawî ji bo Enstîtuya Lêkolînên Tibî ya Pasteurê derdikeve rêwîtiyên tirsnak.
Vê carê peyamnêrê AAyê jî di rêwîtiya wî ya li başûrê Tûnisê li Geliyê el-Mehcûrayê da hevaltiya Becawî kir.
Becawiyê 44 salî ku ji xeynî cotek solên werzişê û şewqeyê tavê, tu ekîpmanekî wî yê parastinê tuneye, diyar kir ku ev karê xeternak bi tenê têra pêwîstiyên wî yên madî yên du rojan dike.
Becawî serê ewil ev kar wekî hobî dikir, lêbelê piştî ku enstîtuyê pê ra peywendî danî, êdî vî karî bi awayekî serbixwe dike û ji bo ku di çêkirina aşî û seruman da were emilandin, jehra marên ku digire, difiroşe enstîtuyê.
Becawî diyar kir ku ew salewextê 60 maran difiroşe enstîtuyê û her wiha qedexe ye ku ev vê hejmarê derbas bike. Becawî diyar kir ku ew marekî dide bi qasî 20 dolarî.
- "Mar bûn perçeyek ji jiyana min"
Becawî li Geliyê el-Mehcûrayê teletel û bi gavên nerm û jixwebawer nêzîkî nêçîra xwe dibe û marekî avê yê 40 santîmetreyî digire.
Becawiyê ku di rûyê wî da tu şopeke xofê xuya nake wiha axivî, "Mar bûn perçeyek ji jiyana min. Ez bi wan ra dilîzim, hildidim destê xwe. Kêfa min bi vê yekê ra tê û ez bextewar dibim."
- Dixwaze fuarekê veke
Becawî diyar kir ku ew dixwaze fuarekê veke da ku cinsên marên Tûnisê lê bide naskirin û her wiha ji bo vê yekê jî pêwîstiya wî bi alîkariya peywirdaran heye. Becawî her wisa got ku ew dixwaze bi xêra vê fuarê wê yekê jî hînî însanan bike ka jehra kîjan maran heye û ya kîjanan jî tuneye.
Becawiyê ku li başûrê payextê li gundewarên bajarê Bin Arûsê dijî, di mala xwe da maran jî xwedî dike.