ANKARA
Serokomarê Îranê Rûhanî destnîşan kir ku heke Iraq bixwaze ew amade ne ku alîkariya wan bikin.
Serokomarê Îranê Hasan Rûhanî der heqê bûyerên ku li Iraqê diqewimin de axivî û rojev nirxand.
Serokomarê Îranê Rûhanî der barê rewşa Iraqê ya dawîn de wiha got:
"Bûyerên terorî yên li Iraqê nîşan didin ku hin kes ji ber encama hilbijarina ku li welêt hat kirin hêrs bûne. Kesên ku di hilbijartinê de têk çûn îro dixwazin ku bi çekan bi ser kevin. Hûn têkçûna di hilbijarinê de bi çek û kuştina gel nikarin telafî bikin. Heke gel û hikûmeta Iraqê bi awayekî fermî ji me alîkariyê bixwazin em amade ne ku li gor rê û rêbazên normên navneteweyî alîkariyê bidin wan."