ANKARA
Ji ber sûcê "avakirina rêxistina terorê û birêvebirina rêxistinê" der barê 31 kesên ku di avakirina "Parlementoya Kurdan a Li Sirgûnê" û "Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê" de cî girtin de doz hatibû vekirin û ev 31 kes li Dadgeha Cezayê ya Giran a 8emîn a Enqereyê de dihatin darizandin. Dadgehê der heqê 26 bersûcan de ên ku heta niha îfade nedane û li derveyî welêt dijîn de biryara qefaltinê betal kir û heke di nav 3 mehan de vegerin Tirkiyeyê dê neyên derdestkirin.
Navên ku dikevin ber birayara dadgehê ev in:
"Zubeyîr Aydar, Felemez Başboga, Alî Haydar Asliyuce, Mahmut Kilinç, Şengul Ozbek, Îlknur Şen, Mehmet Siraç Bilgîn, Îsmaîl Ozden, Alî Haydar Celasun, Ekrem Berkpinar, Alî Matur, Nejdet Buldan, Nizamettîn Toguç, Mehmet Alî Yigît, Haydar Işik, Mehmet Taşkala, Remzî Kartal, Celal Ozkan, Abdurrahman Çadirci, Azîz Dogan, Yaşar Ertaş, Elif Alataş, Ahmet Turhalli, Okkeş Kolusari, Şemsettin Aktaş û Mesut Uysal."
Bersûc heke di nav 3 mehan de vegerin Tirkiyeyê û îfade bidin dê li gor benda 246an a bi navê "Belgeya Ewlehiyê ya Bersûc" neyên derdestkirin.
Doza ku berê li Dadgeha Cezayê ya Giran a 11emîn a Enqereyê dihat dîtin şert û ewlehiya derdestnekirinê dabû Yusuf Serhat Bucak, Yaşar Kaya û Şerafettîn Kaya, ev kes hatibûn Tirkiyeyê û parastina xwe dabûn.
Parêzerên bersûcan di rûniştinan de daxwaz dikirin û digotin ku muwekîlên wan dixwazin îfade bidin, lê ji bo vê şertê ewlehiyê dixwestin.
Dadgehê biryara destdanîna li ser mal û milkên Yusuf Serhat Bucak, Yaşar Kaya û Şerafettîn Kaya jî piştî parastinê betal kir.