HEWLÊR
Hat ragihandin Ayetullah Ali Sistaniyê ku wek "merciyê dîn" yê şiiyan tê qebûlkirin, li dijî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DÎŞI) fermana cîhadê da.
Nûnerê Sîstanî Şêx Abdulhadî Kerbelayî li Kerbelayê di xutbeya înê de fetvaya Sîstanî ya der heqê DÎŞIyê de xwend.
Kerbelayî got ku Sîstanî di fetvaya xwe de wiha li ser van mijaran sekinî:
"Dijminên Ehlê Beytê dîsa derketin holê. Em di dewraneke wisa de ne ku kîn û nefreta Bedir û Heyberê cardin derket holê. Peyrevên Benî Umeyyeyê dixwazin ku êrîşî herêmên me yên pîroz Necef û Kerbelayê bikin.
Di fetvayê de wiha hat gotin: "Ez bangî hemû şiî û peyrevên Ehlê Beytê dikim ku ew ji bo serkeftina parêzvanên Îslamê dia bikin. Kê dikare çekê bide destê xwe û şer bike, divê ew li dijî terorîzmê piştgiriyê bide vî şerê pîroz. Kê di vî şerî de bimire, ew şehîd e. Divê artêşa Iraqê jî cesûr bibe. Bila siyasiyên Iraqê destekê bidin hêzên çekdar û hêzên xwe bikin yek. Ji bo serkeftina Îslamê bibin yek."