Haydar Şahin
04 Îlon 2017•Rojanekirin: 05 Îlon 2017
PARÎS
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di daxuyaniya xwe ya nivîskî da got, "Civaka navneteweyî ji bo ku bernameya nukleerî ya Koreya Bakur ji binî va ji holê rake, zextê lê bike ku ji bo lihevkirinê were ser maseyê dibê bersiveke tund bide provakasyona dawîn a vî welatî."
Macron bangî Konseya Ewlekariyê ya NYê kir ku ji bo ragêşiyê bide sekinandin ecele bersivekê bide, di heman demê da dibê Yekîtiya Ewropayê jî "bi eşkereyî û bi hev ra " bertekê nîşan bide.
Rayedarên Koreya Bakur diyar kiribûn bombeya hîdrojenê ya ku dikarin biavêjin serê fuzeya balîstîk ceribandin. Piştî ceribandinê destê sibê li herêmê erd hejiyabû.
Di xeberên çapemeniya Koreya Bakur da hatibû diyarkirin ku bi fermana Kîm Jong-unê Serokê Dewletê va bombe ceribadin û di ceribandinê da bi ser ketin.