Abdullah Tel
04 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2019
Li deverên başûr û rojhilatê Koreya Başûr ji duh va Bahoza Mîtagê rabûye û heta niha 10 kes mirin.
Li gor nûçeya ajansa Yonhapê rayedaran ragihandin ku ji ber ba û barana zêde hejmara kesên di afat û qezayên ji ber bahozê qewimîn da mirin gihîşt 10î û 4 kes jî winda ne.
Serokê Dewleta Koreya Başûr Moon Jae-in ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da.
Moon diyar kir ku ew li ber kesên di bobelatê da can dan ket û ji gel jî xwest ku bila alîkariya kesên ji bobelatê zirar dîtine, bikin.