Li Çînê 115 milyar metrekup xaza siruştî hat kifşkirin
Li Herêma Xweser ya Sîncan Uygura Çînê ya ku xelkê wê piranî Tirk in rezerveke xaza siruştî ya ku qasî 115 milyar metrekup hat kifşkirin
Beijing
Li Herêma Xweser ya Sîncan Uygura Çînê ya ku xelkê wê piranî Tirk in rezerveke xaza siruştî ya ku qasî 115 milyar û 300 milyon metrekup hat kifşkirin.
Li gor nûçeya ajansa Şînhuayê, rezerv di encama xebatên PetroChîna şirketa Çînî li başûrê Sîncanê hat dîtin.
Alîkarê Midûrê Giştî yê Şirketa Tîeb Cun got ku lêgerîna wan li herêmê encam da û ew ê meha bê ji bo hilberîna xaza siruştî dest bi xebatê bikin.
Li Herêma Uygurê ya ku dikeve bakurê rojavayê Çînê ji bilî xaza siruştî û petrolê madenên zêr, platîn, zîv, uranyum û komirê jî hene.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.