10 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2016
ÎSLAMABAD
Rayedarên ji Pakistan, Efxanistan, DYA û Çînê wê sibê li Îslamabadê ji bo ku hevdîtinên aştiyê ya di navbera hikûmeta Efxanistan û Talibanê cardin dest pê bike, biaxivin.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên hikûmeta Pakistanê hat hildan, ji bo ku hevdîtinên aştiyê ya di navbera hikûmeta Efxanistan û Talibanê cardin dest pê bike û nexşerêya nû bê kifşkirin, rayedarên çar dewletan wê li paytext Îslamabadê bên li cem hev.
Pakistan, Efxanistan, DYA û Çîn meha çûyî ji bo ku pêvajoya aştiyê cardin bidin destpêkirin, li ser mijara xebateke hevpar li hev kiribûn.
Serokê Sererkaniyê ya Pakistanê Orgeneral Rahîl Şerîf meha çûyî li Qabula paytexta Efxanistanê ziyaret kiribû. Şerîf bi Serokomar Eşref Ganî re hevdîtinek kiribû û li ser mijara "bi Talibanê re pêvajoya aştiyê bila cardin dest pê bike" axivî bû.
Tura ewil a hevdîtinên aştiyê ya di navbera hikûmeta Efxan û Talibanê li bajarê Muriya Pakistanê çêbûbû.
Piştî ku xeber hatibû ku Serokê Talibanê Mele Omer miriye, hevdîtina tura duyem ya ku wê 31ê tîrmehê bihata kirin heya demeke nediyar hatibû taloqkirin.