Mustafa Melih Ahıshalı,Sayed Khodaiberdi Sadat
02 Mijdar 2021•Rojanekirin: 03 Mijdar 2021
Hat diyarkirin, li Kabula paytextê Efxanistanê di êrîşa bombeyê ya dijî nexweşxaneya eskerî ya herî mezin a welêt da herî kêm 20 kes birîndar bûn.
Peywirdarê Talibanê yê ku ji peyamnêrê AAyê ra axivî, diyar kir, li herêma Wezîr Ekber Xan di êrîşa dijî Nexweşxaneya Serdar Mihemed Dawid Xan da kuştî hene û her wiha herî kêm 20 kes jî birîndar bûn.
Peywirdarê nexwest navê wî eşkere bibe, diyar kir, piştî teqandina bombeya ewil a li ber deriyê nexweşxaneyê, çekdar ketin nexweşxaneyê û eletexmînî çekên xwe teqandin.
Piştî bombeya ewil a ku li ber deriyê nexweşxaneyê hat teqandin, li ciyekî din ê nêzîk teqîneke din jî çêbû.
- Herî kêm 10 kes hatin kuştin
Peywirdarê Talibanê der heqê hejmara kuştiyan da agahî neda, lêbelê şahidên bûyerê yên ku ji peyamnêrê AAyê ra axivîn, diyar kirin ku zêdeyî 10 kesî hatin kuştin.
Her wiha hat destnîşankirin, nexweşên ku li nexweşxaneyê dihatin dermankirin, bi ambulansan neqlî nexweşxaneyên din kirin.