Mustafa Melih Ahıshalı,Sayed Khodaiberdi Sadat,Bilal Güler
02 Mijdar 2021•Rojanekirin: 02 Mijdar 2021
Li Kabula paytextê Efxanistanê dijî nexweşxaneya eskerî ya herî mezin êrîşa bombeyî hat kirin.
Li gor agahiyan li herêma Wezîr Ekber Xanê li ber Nexweşxaneya Serdar Mihemmed Dawid Xanê pêşiyê bombeyek tê teqandin û di pey ra jî li derdorê bombeyeke din tê teqandin.
Li gor agahiyan piştî teqînan ji hundirê nexweşxaneyê dengê çekan tê.
Rayedarên Talibanê hê der heqê bûyerê da daxuyanî nedane û herêm ji çûn û hatinê ra hatiye girtin.
Hê nayê zanîn ji ber teqînan kes miriye yan jî birîndar bûye.