Haydar Şahin
24 Îlon 2019•Rojanekirin: 24 Îlon 2019
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê diyar kir ku bi Kîm Jong-unê Serokê Koreya Bakur ra baş li hev dikin û nafikirin ku mueyîdeyên teze bidin ser vî welatî.
Trumpê Serokê Amerîkayê bi Moon Jae-inê Serokê Koreya Başûr ê ji bo hevdîtinên Lijneya Giştî ya 74an a NYyê li New Yorkê ye ra li Otêla InterContinental New York Barclayê hat ba hev.
Trump destnîşan kir ku di navbera Koreya başûr û Amerîkayê da têkiliyên astbilind hene, ew ê têkiliyên ticarî û aboriyê yên di navbera herdu welatan da zêde bikin.
Donald Trump li ser pirsekê got ku nafikirin mueyîdeyên teze bidin ser Koreya Bakur û Pyongyangê têxin hedefê û wiha pê da çû: "Bi Kîm Jong-un ra têkiliyên me yên baş hene. Dibe ku di encama vê pêvajoyê da bi wan ra peymaneke nû çêbikin, dibe ku çênekin jî lêbelê nika têkiliyên me yên baş hene."
Trump bi bîr xist ku berê du caran bi Kîm ra lûtkeyên "serkeftî" kirin û wiha axivî: "Her kes qala lûtkeya sêyan dike, mirov dixwazin vê bibînin. Em ê bibînin ka çi dibe lêbelê beriya vê dixwazim bibînim ku hela ka ji lûtkeyê çi derdikeve."
- Hevdîtinên bi serokwezîrên Zelandaya Nû û Sîngapurê ra
Wekî mayîn Trump beriya hevdîtina Moon bi Jacînda Arderna Serokwezîra Zelandaya Nû û Lee Hsien Loongê Serokwezîrê Sîngapurê ra jî hat ba hev.
Trump di hevdîtina Ardernê da got ku ji ber êrîşa li ser mizgeftê ya li Zelandaya Nû gelekî li ber xwe ket û piştgiriya xwe carekê dîsa dubare kir.