Nihat Kavşut
24 Îlon 2019•Rojanekirin: 24 Îlon 2019
Walîtiya Stenbolê destnîşan kir piştî erdheja ku li peravên Behra Marmarayê yên li Silîvriyê çêbû heta niha hê îxbarên xisarê nehatine kirin.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Stenbolê hat diyarkirin li gor agahiyên ku ji Serokatiya Rewşa Acîl û Afatê ya Wezareta Karên Navxweyî hatine hildan erdheja bi lerza 4.6an di saet 11.00an da çêbûye û navenda erdhejê Behra Marmarayê li peravên Silîvriyê ye.
Di daxuyaniya Walîtiya Stenbolê da wiha hat gotin: "Piştî erdhejê heta niha hê îxbarên xisarê nehatine xetên AFAD, AKOM, 112, 155 û 156an yên li bajarê me."
Li gor agahiyan li herêmên nêzî navenda erdhejê ji bona tevdîrê xwendekaran derxistin hewşên mekteban.