Tirkiye

Li Behra Marmarayê bi mezinahiyên 5 û 4an erd hejiya

Gökçe Karaköse  | 02.10.2025 - Rojanekırın : 02.10.2025
Li Behra Marmarayê bi mezinahiyên 5 û 4an erd hejiya

Istanbul

Li Behra Marmarayê bi mezinahiya 4an erdhej çêbû

Li Behra Marmarayê di saet 17.27an da bi mezinahiya 4an erdhej çêbû.

Li gor agahiya ji ser malpera Serokatiya Birêvebiriya Rewşa Acîl û Bobelatê (AFAD) navend Behra Marmarayê peravên Marmaraereglisiya navçeya Tekîrdagê bi mezinahiya 4an erdhejek çêbû.

Hat tesbîtkirin ku erdhej 7 kîlomêtro di bin erdê da çêbûye.

Walîtiya Stenbolê der barê erdheja li Behra Marmarayê daxuyanî da

Walîtiya Stenbolê ragihand ku ji ber erdheja ku li peravên Marmaraereglisiyê ya Behra Marmarayê bi mezinahiya 5an çêbû tu bûyerên birîndarbûnê yên hatine nexweşxaneyan tune.

Di daxuyaniya walîtiyê da hat gotin ku "Ji ber erdheja li peravên Marmaraereglisiyê çêbû li navçeyên cuda der barê 4 avahiyan da îxbara xisarê hatiye hildan û ekîb bo cihên îxbarê hatin sewqkirin. Li Stenbolê heta saet 16.40î tu bûyerên birîndarbûnê yên hatine nexweşxaneyan tune. Lêbelê 12 welatiyên me ji ber panîkê û tirsê, 5 welatiyên me jî ji ber fikbûnên ji ber panîkê îxbar li 112an kirine."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.