Li Ramadiyê hêzên hikûmetê xwestibûn ku parlementer Ahmed El Alvanî bin çav bikin û ji ber vê yekê hêzên ewlehiyê û parêzvanên Alvanû pevçûn. Di pevçûnê de birayê Alvanî û 5 jî parêzvanên wî hatin kuştin li ser vê li bajar gelek bûyer derketin. Derketina kolanan hat qedexekirin.
Ji ber pevçûnan piştî ku derketina kolanan hat qedexekirin Wezareta Karên Derve li ser rewşa 75 karkerên tirk yên ku li Ramadiya Iraqê di fîrmaya bi navê Pîkaronê de dixebitin sekinî. Ji bo ku tiştek bi wan neyê bi rayedarên Iraqê re têkilî dest pê kirin.
Gumrukçu dest nîşan kir ku ew têkiliyên xwe yên him bi xebatkaran re, him bi xwediyên fîrmayê re û him jî bi rayedarên Iraqê re didomînin û ji bo tehliyekirina karkeran jî hemû amadehî hatine kirin. Ji ber ku xwediyê fîrmayê û karkeran nexwestine bên tehliyekirin, Wezareta Karên Derve jî niha sekiniye û li benda biryara wan e.