2015 ж. 30 желтоқсан•Rojanekirin: 2015 ж. 30 желтоқсан
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî ji ber serkeftina li Rumadiya navenda wîlayeta Enbarê, li hember DAEŞa rêxistina terorê, pîrozbayî li Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir.
Li gorî daxuyaniyekê nivîskî ji nivîsgeha Seroktiya Herêmê, Serokê HKIyê Barzanî bi telefonê digel Ebadî axiviye û rewşa meydanî ya şer û pêşketinên leşkerî yên dawî nirxandine.
Her di wê têkiliya telefoniyê da, Serok Barzanî û Serok Wezîrê Iraqê Heyder Ebadî, behsa azadkirina Rumadiyê û navçeyên din kirin, di heman demê da Serok Barzanî ji bo azadkirina bajarê Rumadiyê û ew serkeftinên ku hêzên Iraqê li Rumadiyê bi dest ve anîne û bajar ji destê terorîstan azad kirine, pîrozbahî da Ebadî.
Her wiha Serokê Herêma Kurdistanê û Serok Wezîrê Iraqê, behsa berdewamiya hevkariya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê li şerê dijî terorê da kirin û teqez kirin ku ê têkoşîn li hemî eniyan li dijî terorîstan berdewam bike.