Li bajarê el-Enbara rojavayê Iraqê û li navenda bajarê Ramadiyê li hember endamên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) operasyon hat lidarxistin. Di operasyonan de 8 endamên DÎŞIyê mirin û 21 endam jî hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku ji kesekî di Fermandariya Operasyonan a Enbarê de wezîfedar e hat hildan, hêzên ewlehiyê li taxên el-Melab, el-Îskan û Endelesê operasyon li dar xistin û bi endamên DÎŞIyê re pevçûn.
Di encama operasyon û pevçûnê de 8 endamên DÎŞIyê hatin kuştin û 21 endam jî hatin binçavkirin.
Di vê navberê de polêsekî ku li Enbarê diyar kir ku li rojavayê Ramadiyê endamekî DÎŞIyê bi teqemeniyan êrîşî qerekola polêsan kiriye. Polêsê ku qala êrîşê kir agahî neda ka mirî û yan jî birîndar hene yan na?