ÎSTANBUL
Hin saziyên civakî yên sivîl û rîspiyan li Navenda Çanda Fatîh Alî Emîrî der barê bûyerên Tirkiyeyê de civîna çapemeniyê li dar xistin.
Berdevkê Platforma Rabîayê, rojnamevan û nivîskar Ebdurehman Dîlîpak di civînê de axivî û got gelê Tirkiyeyê van rojana îmtihanekê dide, divê kesek nekeve bêhêvîtiyê û wiha dewam kir:
"Ez ev 43 sal in rojnameger im. Me 12ê Adarê, 28ê Sibatê, derbeyên postmodern, bûyerên Geziyê dîtin. Ev bûyera jî dewama van tiştan e. Divê em nekevin panîkê. Em li peyê rastiyan bikevin. Kê neheqiyê li kê dike bila bike, divê em aliyê mezlûman bikin û li hemberî zaliman bisekinin. Kesên ku gendeliyê bikin hebin, jixwe hene, min ev zû ve nivîsî bû. Gendelî hezar salan vir ve heye. Îro jî heye dê sibê jî hebe. Heta zarokên pêxemberan jî xeta kirine. Divê em her wext van bûyera eşkere bikin. Divê em hewl bidin ku gendelî meşrû nebin, eşkere neyên kirin, bi pergalî neyên kirin û yên ku dikin bên cezakirin. An na em bizanibin ku em ê xwe nedin ber gendeliyan. Gendeliyên bi vî şiklî tenê di nav îqtidarê de tune; di nav muxalefetê de jî hene. Di nav cimaetên ku rexneyan dikin de jî heman tişt her tim çêbûne, dê çêbin jî. Divê em vî karî mezin nekin. Ev bûyer tenê mijara cimaetê nîne. Ez elam eşkere dibêjim Emerîka, Ingilistan û Îsraîl bingeha vê çêkirin û Fransa û Almaniya jî di nav vî karî de ne. Heta aliyekî wî digihêje Vatîkanê û komployeke navnetewî ye."