ANKARA (AA) - Şagirdê Bedîuzzeman Seîdê Kurdî Mehmet Firinci destnîşan kir ku di hevdîtina di meha çileya pêşîn a sala 2012an de ji Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan daxwaza "zanîngehên ku tê de ilmên zanistî û dînî bi hev re tên dayîn bên vekirin, Ayasosfa wekî mizgeft dîsa ji bo îbadetê bê vekirin û Kulliyata Rîsale-î Nûr ji aliyê Wezareta Karên Dînî ve bên çapkirin" kirine.
Di rojên dawîn de der barê hevdîtina Serokwezîr Erdogan û şaqîrdên Bedîuzzeman de hin wêne di medyaya civakî de cih girt. Li ser vê Firinci daxuyaniyeke nivîskî da AAyê û wiha got: "Di van rojên dawîn de hin wêne belav bûne û li ser wêneyan tiştine tên gotin. Li ser vê pêwistî hasil bû ku em vê daxuyaniyê bidin."
Mehmet Firinci destnîşan kir ku ev wêne bi Serokwezîr Erdogan re di meha çileya pêşîn a sala 2012an de hatiye kişandin û wiha got: "Di vê hevdîtinê de me sê daxwaz û hêviyên Bedîuzzeman ên ku di jiyana xwe de jî xwestiye ji rayedaran re bibêje û ji vê tim hewl daye, aniye ziman."
Firinci diyar kir ku me ev sê mijaran, "Bila zanîngehên ku tê de ilmên zanistî û dînî bi hev re tên dayîn bên vekirin, Ayasosfa wekî mizgeft dîsa ji bo îbadetê bê vekirin û Kulliyata Rîsale-î Nûr ji aliyê Wezareta Karên Dînî ve bên çapkirin" di hevdîtinê de aniye ziman.
Mehmet Firinci destnîşan kir ku Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî ji bo van îdealên xwe di dema Osmaniyan de serî li Siltan Abdulhemîd û Siltan Reşad xistiye, di dema Komarê de jî di Meclisa Yekemîn de van mijaran li dar xistiye û wiha axivî: "Ji bilî vê ji Sekreterê Giştî yê CHPyê Hîlmî Ûran re û di dema Partiya Demokrat (DP) de jî ji Serokwezîr Adnan Menderes re name şandiye û xwestiye bigihîne rayedarên dewletê. Şargirdên rihmetiyê Bedîuzzeman jî piştî mirina wî îdealên wî şopandine û bi Suleyman Demirel û rihmetiyê Tûrgût Ozal re ketine nav têkiliyê. Herî dawîn jî di 2012an de ji bo ku van îdealên Bedîuzzeman bînin ziman, li ser daxwaza me bi Serokwezîr Erdogan re hevdîtin pêk hat. Hevdîtin li ser daxwaza me çêbû û Serokê Karên Dînî jî tevlî hevdîtinê bû."
Firinci der barê kesên ku di wêneyê de ne jî wiha got: "Yên ku di vî wêneyî de cih digirin ev in, (ji milê çepê ve) Mehmet Firinci, Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, Alîkarê Serokwezîr Bekir Bozdag, Serokê Platforma Barlayê Saîd Yuce, ji şagirdên Bedîuzzeman Abdulkadîr Badilli, Saîd Ozdemir, Serokê Karên Dînî Mehmet Gormez û şagirdê Bedîuzzeman Abdullah Yegîn."