ENBAR
Hat ragihandin ku li Ramadiya Iraqê 60 milîtanên DÎŞIyê hatin kuştin.
Fermandarê Hêzên Operasyonê ya Enbarê Qasim el-Mihemedî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku bi alîkariya mensûbên eşîran hêzên ewlehiyê li herêmên cur bi cur ên Ramadiyê bi milîtanên DÎŞIyê ra şer dikin û got ku di pevçûnan de 30 milîtan hatin kuştin.
Mihemedî diyar kir ku balafirên şer ên artêşê li Es-Sicariyyeya Ramadiyê bombe avêtin ser milîtanan û wiha got: "Di pevçûnan da 20 milîtan hatin kuştin. Wek mayîn 10 milîtanên ku ji ser çemê Feratê derbasî herêmê dibûn jî hatin kuştin."
Mihemedî destnîşan kir ku hêzên ewlehiyê li Ramadiyê bi alîkariya balafirên şer ên koalîsyonê û artêşê pêşva diçe.