ÎSTANBUL
Dadgeriya Cezayê ya Silhê ya 1emîn a Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna "rêxistina paralel" de ku navenda wê Stenbol e, der heqê Fethullah Gulen de bi mebesta sûcê "avakirin û rêvebirina rêxistina terorê" de biryara qefaltinê derxist.
Dadgeriyê daxwaza dozgeriyê nirxand û biryar da. Di biryara dadgeriyê de wiha hat gotin: "Li gor delîlên di dosyeyê de wisa xuya dike ku gumanbar Gulen rêxistin ava kiriye û birêve biriye. Ji ber ku gumanbar ji 10 salî zêdetir e li derveyî welêt e û venegeriyaye welatê xwe û li Amerîkayê dijî parastin û îfadeyê wî nayê hildan, ji ber vê jî bi mebesta 'avakirin û îdarekirina rêxistina terorê' der heqê Gulen de biryara qefaltinê hat dayîn."