Elif Orhan
2016 ж. 24 тамыз•Rojanekirin: 2016 ж. 24 тамыз
ANKARA
Alîkarê Serokê DYAyê Joe Biden, îdiayên der barê ku qaşo welatê wî hewla derbeya Tirkiyeyê berî çêbe zanîbû derewand û got, "Hewla derbeyê ya 15ê tîrmehê şermezar dikim."
Serokwezîr Bînalî Yildirim û Arîkarê Serokê DYAyê Joe Bîden piştî hevdîtina rû bi rû ya li Koşka Çankayayê civîna çapemeniyê ya hevpar kirin.
Bîden qala xemgîniya xwe ya ji ber teşebûsa derbeyê ya ku di 15ê tîrmehê de li Tirkiyeyê qewimî kir û got ku "Em li ber wêrekiya gelê tirk heyran man. Derketin ser tankan û ji bo demokrasiyê bûn mertal. Ji ber vê jî car din sersaxiyê didim gelê tirk."
- "Em der heqê Gulen de hevkariyê dikin"
Bîden got ku hikûmeta DYAyê ji bo ku kesên ku ji teşebûsa derbeyê berpirsyar in bîne hikûmeta Tirkiyeyê çi ji destan tê dê bikin û wiha axivî:
"Qanûnên ku bingeha welatê me nin li holê hene. Wek ku min ji Serokwezîr re jî got, der barê Gulen de em hevkariyê dikin. Pisporên me yên hiqûqê niha bi hempîşeyên xwe yên tirk re dixebitin, delîl û belgeyan dinêhêrin. Divê ev belge teslîmî rayedarên amerîkî bibin û li gor qanûnên me û peymana îadekirina sûcdaran bên amadekirin. Em bi vî awayî dikarin Gulen teslîm bikin. Tu armanca me tune ku em kesekî biparêzin, niyeta me tune ku em bi taybetî jî kesekî ku zirarê dide mutefîkê me biparêzin. Lê em mecburin ku li gor qanûnên xwe tevbigerin."
- "Divê YPG û hêzên Sûriyeyê yên din derbasî aliyê din ê robarê nebin"
Bîden wiha axivî: "YPG û hêzên din ên Sûriyeyê divê bi tu awayî derbasî aliyê din ê robarê nebin, dema ku derbas bibin dê DYA piştgirî nede."