Ahmet Aydın
24 Tebax 2016•Rojanekirin: 24 Tebax 2016
GAZÎANTEP
Di operasyona Mertala Feratê da ya ku ji aliyê Hêza Erka Taybet a Hevpar a Hêzên Çekdar yên Tirkiyeyê (TSK) û Hêzên Hevpeymaniyê bi mebesta paqijkirina bajêr ji endamên DAEŞa rêxistina terorê li Cerablûsa girêdayî Helebê hereketa eskerî dest pê kiribûn, endamên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) piştî dorpêçkirina bajêr karîn têkevin navenda bajêr da.
Li gorî çavkaniyên leşkerî, operasyona bi mebesta paqijkirina Cerablûsê ji endamên DAEŞa rêxistina terorê destê sibê dest pê kiribû didome.
Hêzên ASAyê ku tevî Yekîneyên Zirxdar ber nîvro gundê Keklîceya ku bi qasî 3 kîlometreyan dikeve başûrê sînorê Tirkiyeyê sitendin, ber bi Cerablûsa ku 5 kîlometreyan dûrî wê derê bûn bi rê ketin û ji rojava û başûr va DAEŞ dorpêç kirin.
- Rojhilatê çemê Feratê di destê PYDê da ye
Ji ber ku li bakurê navenda navçeyê TSKê li ser sînor bargeh daniye û ji rojhilat va çemê Feratê dibe nehêleke tabîî rêxistin jî kete jêr ablûqeyê da. Aliyê rojhilatê çemê Feratê di kontrola PYDya şaxê PKKya Sûriyeyê da ye.
ASAya ku ji rojava ve dikeve navenda navçeyê, mektebek, firinek, depoyeke avê û baregeheke DAEŞê bi dest xist.
Tirkiye bi destpêkirina operasyonê bi mebesta asayişa sînorê xwe û parastina yek parçeyiya axa Sûriyeyê di çarçoveya têkoşîna dijî DAEŞê da û piştgiriya hêzên hevpeymaniyê dike.