24 Tebax 2016•Rojanekirin: 24 Tebax 2016
GAZÎANTEP
Di operasyona Mertela Feratê ya ku ji aliyê Hêza Peywirê ya Taybet a Mişterek a Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) û Hêzên Asîmanî yên Hevpeymaniyê ve li herêma Cerablûsê ya li sînorê Tirkiyeyê yê Sûriyeyê dijî DAEŞa rêxistina terorê dan destpêkirin de Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) kontrola navenda navçeyê bi dest xist.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên eskerî û fermandarê ASAyê hatin bidestxistin di herekata ku berdestê sibê ji bo ku herêma Cerablûsê ji milîtanên DAEŞa rêxistina terorê bê paqijkirin dan destpêkirin de navenda navçeyê ya ku hedefa herî girîng bû ket bin kontrola Artêşa Sûriyeya Azad.
Hêzên ASAyê hewl didin ku li bajêr mekanîzmayên bombeyê yên veşartî yên DAEŞê îmhe bikin.
Fermandarên mixalif dan zanîn ku pevçûnên di navbera aliyan de ji bo niha rawestiyan lê belê xetere heye ku DAEŞ êrîşên xwekujiyê bike.
Hêzên ASAyê li gel yekîneyên bizirx berdestê nîvro gundê Keklîceya 3 kîlometro başûrê sînorê Tirkiyeyê sitandin û ber bi navenda navçeya Cerablûsê ya 5 kîlometro dûrî wir ve pêş ketibûn û ji aliyê rojava û başûr DAEŞ dorpêç kiribûn. Li bakurê navenda navçeyê ji ber ku TSKyê hêmanên xwe bi cî kiribûn û li rojhilat jî robarê Firatê bibû astenga sirûştî rêxistin ketibû bin dorpêçkirinê. Aliyê rojhilat ê robarê Firatê hê jî di bin kontrola PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKyê de ye.
- Ji TSKyê tu kes nemir
Di herekatê de di merhaleya ku gihiştinê de ji aliyê TSKyê tu kes nemir an jî birîndar nebû.
Ji ASAyê jî di demên ewil ên herekatê de şervanek mir, 10 şervan jî birîndar bûn.
Di herekata ku birin ser herêma Cerablûsê de tê payîn ku ewlehiya hidût a Tirkiyeyê bê pêkanîn, di çarçoveya têkoşîna dijî DAEŞê de piştgirî bidin hêzên hevpeymaniyê û yekîtiya axa Sûriyeyê bê pêkanîn.