24 Tebax 2016•Rojanekirin: 24 Tebax 2016
KILÎS
Di operasyona Mertalê Firatê ya ku bi hevkariya TSK û hêzên koalîsyonê ve li hember rêxistina terorê DAEŞê tê kirin ku Cerablûs ji DAEŞê bê paqijkirin de, Artêşa Sûriyeyê ya Azad (OSO) gundê Keklîceyê bi dest xist.
Li gor çavkaniyên leşkerî, operasyona ku serê sibê dest pê kiribû, biewlehî dewam dike.
Li Cerablusê hedef hatin îmhekirin
Tirkiye mafê xwe yê berevaniya meşrû cîbicî dike
Ji operasyona asîmanî dîmenên ewil
Tank derbasî sînorê Sûriyeyê bûn
Serokomar Erdogan: "Hûn bizanibin wê çi were serê we"
Gundê Keklîceyê ya ku 5 kîlomêtro nêzîkî rojavayê navenda Cerablusê ye, ji DAEŞê hat hildan.
Artêşa Sûriyeyê ya Azad li gundê Keklîceyê bi cih bû û ji bo ku ber bi navçeyê ve biçin ewlehiya gund diparêzin.
TSK jî bi balafir û topên obusê ve hedefên DAEŞê bombe dikin.
Li bendê ne ku Artêşa Sûriyeyê ya Azad û hêzên bizirx bi hev re ber bi navenda Cerablusê ve herin.