MÛSIL
Pêşmergeyên Sûriyeyî yên ku ev demeke hêzên Herêma Kurdistana Iraqê perwerde dikirin, niha li Şingala Mûsilê li hember DÎŞIyê şer dikin.
Pêşmergeyên Sûriyeyî yên ku wek "pêşmergeyên ji Rojavayê" tên binavkirin, bi pêşmergeyên Herêma Kurdistana Iraqê re li hember milîtanên DÎŞIyê şer dikin.
Hat ragihandin hejmara van pêşmergeyan ên ku tên perwerdekirin qasî 3 hezaran e. Ji van 300 kes li Şingalê di şer de ne. Ji wan 300 kesî 170 pêşmerge li mewziyên herî pêş de şer dikin û 130 pêşmerge jî li pişt mewziyan xizmetê didin.
Nûçegihanê AAyê wêneyê pêşmergeyên Rojavayê kişand û tê dîtin ku ew bi topên hawanê, fûzeyên katyuşayê û çekên giran ve şer dikin.
Ji pêşmergeyan Mehmet Reşîd daxuyand ku ew cara ewil li Zummara Mûsilê beşdarî şer bûne û wiha axivî: "Niha jî em 300 pêşmergeyên ji Rojavayê li Şingalê li hember milîtanên rêxistina terorê DÎŞIyê şer dikin. Ji vir şûn de jî li ku wezîfeyê bidin me em ê li wir şer bikin."
- "Li ser daxwaza Barzanî hat avakirin"
Hêzên "Pêşmergeyên Rojavayî" li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hatibû avakirin. Yên ku hatin qebûlkirin ji partiyên Konseya Navneteweyî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) a ku nêzî tevgera Barzanî ne hatin hilbijartin. Ev pêşmerge li Hewlêr û Duhokê li herêmeke ku cihên wan nehat eşkerekirin, ji hêla pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ve hatin perwerdekirin.
- "Îdiaya PYDyê nexwest"
Li gor agahiyên çavkaniyên kurd, Barzanî dixwest ku hêza ku ji 3 hezar kesî pêk tê bişîne bakurê Sûriyeyê ku ew li hember rêxistina terorê DÎŞIyê şer bikin. Lê ji ber ku Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) qebûl nekir, yekîne neçû Sûriyeyê. Ji ber vê jî pêşmergeyên Rojavayî yên ku nikaribûn derbasî Sûriyeyê bibin niha piştgiriyê didin pêşmergeyên Kurdistana Iraqê û bi wan re li hember DÎŞIyê şer dikin.