Yusuf Soykan Bal
23 Sibat 2024•Rojanekirin: 24 Sibat 2024
Li Gemlika navçeya Bursayê bi mezinahiya 4,1ê erdhejek çêbû.
Li gorî agahiyên li ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) saet 15.14an bi mezinahiya 4,1ê erdhejek ku navenda wê navçeya Gemlîkê bû hat tomarkirin.
Hat tesbîtkirin ku erdhej 10,86 kîlometre di bin erdê de çêbûye.
Waliyê Bursayê Mahmut Demirtaş ragihand, "Heta niha tu agahiyeke neyênî negihîştiye me. Ekîbên me li qadê xebatên venihêrînê didomînin."