Barış Kılıç
27 Sibat 2023•Rojanekirin: 28 Sibat 2023
Heyetên ji hêla Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) va hatine wezîfedarkirin îro wê li herêma erdhejê ya ku 11 bajar di nav da ne lêkolînan bikin.
Lijneyê wiha daxuyand: "Di 6ê Sibata 2023yan da li Bazarcix û Elbistana navçeyên Meraşê bi mezinahiya 7,7 û 7,6, di 20ê Sibata 2023yan da jî li Defneya navçeya Hatayê bi mezinahiya 6,4 erdhej çêbûn. Heyetên ji hêla Serokatiya LHByê piştî van erdhejan hatine wezîfedarkirin îro wê li herêma erdhejê ya ku 11 bajar di nav da ne lêkolînan bikin."