Volkan Kaşik,Eyüp Elevli
27 Sibat 2023•Rojanekirin: 27 Sibat 2023
Li Meletiyê di saet 12.04an bi mezinahiya 5,6ê erd hejiya.
Li gor agahiya ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Afat û Acilê (AFAD), li Yeşîlyurta navçeya Meletiyê bi mezinahiya 5,6ê erd hejiya.
Erdheja ku li bajarên der û dorê jî hat hîskirin 6,96 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.
Erdhej digel Meletiyê li bajarên derdorê yên wekî Kahramanmaraş, Gazîentab, Adiyeman û Şanliurfayê jî hat hîskirin.
Hat gotin ku di erdhejê da hin avahiyên bixesar ên li Meletiyê kavil bûn.
Ji aliyê din va piştî erdhejê welatî li meydanan civiyan.
AFADê li ser erdheja Yeşîlyurta Meletiyê daxuyanî da
Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Afat û Acilê (AFAD) ragihand, li Meletiyê di saet 12.04an da bi mezinahiya 5,6ê erd hejiya, hin avahî kavil bûn û ji herêmê ra ekîbên lêgerîn û xelaskirinê hatin sewqkirin.
Li ser hesabê medyaya civakî ya AFADê der barê erdheja li Yeşîlyurta Meletiyê da daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Piştî erdhejê hat tesbîtkirin ku avahî kavil bûne û ekîbên me ber bi herêmê va hatin sewqkirin û dest bi xebatan kirin."
Di daxuyaniyê da hat gotin, divê meriv bi tu awayî nekeve avahiyên bixesar, li der û dora avahiyên birîsk negere.