HDPyê bi îdiaya ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan heqaretê dike û li dijî rêgeza "bêterefî" yê tevdigere cara duyemîn serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) dabû.
Hat ragihandin ku serlêdana duyemîn a HDPyê jî ji hêla YSKyê ve hat redkirin.
Partiyê daxuyanî da û diyar kir ku Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDPyê Alî Urkut ji ber xeberdana Serokomar Erdogan a ku li Tekîrdagê di merasima vekirinên komî de kiribû cara duyemîn serî li YSKyê da.
Hat destnîşankirin ku ev serîlêdana ji ber heqaretkirin û tevgera li dijî rêgeza "bêterefî"yê jî hat redkirin.
HDPyê berê jî li dijî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi daxwaza "ji ber rêgezên hilbijartinê bi awayekî eşkere îxlal dike, bila bê hişyarkirin" serî li YSKyê dabû û YSKyê jî bi yek dengî daxwaza HDPyê red kiribû.
HDPyê diyar kir ku wê serlêdanan bidomînin.