Önder Beyter
25 Îlon 2019•Rojanekirin: 26 Îlon 2019
Li Edeneyê dema otobêsa polêsan derbas dibû êrîşa bibombe hat kirin. Di êrîşê da polêsek û 4 kesên li der û dorê birîndar bûn.
Waliyê Edeneyê Mahmut Demirtaş ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand li navçeya Yuregîrê ya navend dema otobêsa polêsan derbas dibû bi bombeyeke destçêkirî an cureyekî din va êrîşa bibombe hat kirin.
Demirtaş got di êrîşê da polêsek û 4 kesên li der û dorê bûn birîndar bûn lê rewşa wan giran nîne.
Demirtaş der barê rewşa birîndaran da wiha got: "Rewşa birîndaran pir baş e. Welatî ji bo tebdîrê çûn nexweşxaneyan. Tu pirsgirêkeke polêsê me jî tune."
- Dema otobês derbas dibû teqîn çêbû
Der barê êrîşa bibombe da Walîtiyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê da hat gotin dema otobêsa polêsan ji taxa Selahadîn Eyubî derbas dibû êrîşeke bibombe hat kirin. Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Di êrîşê da polêsek û 4 kesên ku wê çaxê li der û dorê bûn birîndar bûn. Rewşa birîndaran gelekî baş e. Der barê bûyerê da lêpirsîn dan destpêkirin."
- "Ji buroya terorê 2 dozger hatin peywirdarkirin"
Serdozgerê Komarê yê Edeneyê Omer Faruk Yurdagul hat ciyê bûyerê û lêkolîn kir. Dû ra Yurdagul daxuyanî da rojnamegeran.
Yurdagul destnîşan kir ku gava wesayîta serwêsa tevgera taybet a Midûriyeta Ewlekariyê derbas bû, teqîn çêbû û wiha dewam kir:
"Du dozgerên me yên ji buroya terorê ji bo lêpirsîna bûyerê hatin peywirdarkirin. Ew jî niha li ciyê bûyerê ne. Li gorî zanyarî û nirxandinên destpêkê êrîş, êrîşeke terorê ye. Niha ji polês û welatiyên me birîndarên me hene, hin welatiyên me yên ku birînên wan sivîk bûn, şandin malê. Hin welatiyên me jî li nexweşxaneyan tên dermankirin, kesekî ku jiyana wan di xetereyê da ye tuneye."
Ji bo pirseke li teqemeniyê, Yurdagul wiha got, "Em li ser wê dixebitin. Bûyer hê pir nû ye."
- Wesayîta serwêsê hat rakirin
Ji aliyekî din va ekîbên lêkolîna ciyê bûyerê, lêkolîna xwe ya wesayît û dewrûberê temam kirin.
Li herêma ku bi destê gelek ekîbê va ewlekariya wê hat wergirtin, serwêsa polêsên tevgera taybet hat rakirin.
Ekîbên şaredariyê jî li ciyê ku teqîn çêbû, paqijî kirin.
- Ji Walî Demirtaş ziyareta birîndaran
Walî Mahmut Demirtaş çû ziyareta 5 birîndarên ku yek jê polês e û li nexweşxaneyê tên dermankirin.
Demirtaş ji peywirdaran der heqê tenduristiya birîndaran da agahî wergirt û ji bo birîndaran jî hêvî kir ku zû qenc bin.