25 Îlon 2019•Rojanekirin: 26 Îlon 2019
Der barê Şaredara Sûrê ya HDPyê Fîlîz Buluttekîna ku di civîneke li ber avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPyê da axivîbû û ji ber sûcê "propagandaya rêxistina terorê" dihat darizandin da 10 meh cezayê hepsê hat xwestin û biryar hat eşkerekirin.
Rûniştina dozê di 11ê Îlonê da ji hêla Dadgeha Cezaya Giran a 11emîn a Diyarbekirê çêbû. Der barê Buluttekînê da biryar hat dayîn ku ew 10 meh cezayê hepsê va bê cezakirin.
Hat gotin di Çileya Paşîn a 2018an da li navçeya Baglarê "Konferansa Jinan a Herêmî" hatiye lidarxistin û şikbar Buluttekîn jî di vê konferansê da axiviye.
Di biryarê da cih dan parastina Buluttekînê û hat gotin wê peyva "şehîd" bi kar aniye, lê meqseda wê ne propaganda ye.
Hat gotin Buluttekînê "propagandaya rêxistina terorê" kiriye, tundî û tehdîdên rêxistina terorê meşrû nîşan daye û pesnê endamên rêxistinê daye ku ev ne azadiya fikr û îfadeyê ye.
Biryarê wiha dewam kir: "Şikbarê di parastina xwe da ji bo endamên rêxistina terorê îfadeya "şehîd" bi kar aniye û vê gotina xwe jî tevahî înkar nake. Wê di axaftina xwe da ji bo endamên rêxistina terorê sifatekî pîroz û bala 'şehîdî" bi kar aniye, navên wan gotiye û bi "şehîd rûmeta me ne" va eşkere pesnê wan daye. Ji bo endamên rêxistina terorê yên mirine bikaranîna îfadeya "şehîd", binavkirina êrîşên PKKya rêxistina terorê ya wek 'têkoşîna ji bo azadiyê' û meşrû nîşandana van eşkere ye ku piştgiriyê dide rêxistinê."
Dadgeha Cezaya Giran a 11emîn a Diyarbekirê biryar da ku li gor madeya 8/231emîn a TCKyê Fîlîz Buluttekîn 5 salan di bin kontolê da be, heke di nav van salan da sûcekî nû bike wê demê bê mehkûmkirin û heke dijî vê tevbigere jî cezaya ku hatiye taloqkirin bê eşkerekirin.