Abdullah Tel
25 Îlon 2019•Rojanekirin: 27 Îlon 2019
Murat Abakê tevlî malbata xwe çûbû Bursayê piştî 34 salan vegeriya Mêrdîna bajarê bav û kalên xwe û dest bi cotkariyê kir.
Abakê niha 45 salî ye dema 8 salî bû malbata wî ji Mêrdînê derket û çû li Karacabeya Bursayê bi cih bû û ew jî li wan deran wek pale xebitî. Paşê li wan deran zevî kirê kir, lê firingî danî û pê debara mala xwe kir. Lê 3 sal berê tevlî xanim û 4 zarokên xwe biryar da û zivirî Mêrdînê.
Abak piştî ku hat Mêrdînê li Erogluya gundê Artukluya navçeya navendî bi qasî 15 donim erdê dêm (erdê bejî) kirê kir û li 10 donimî firingî danî.
Ji agahî û tecrubeyên ku li xerîbiyê hîn bûbû îstifade kir û li bajarê xwe bi qasî 250 ton firingî rakir.
Abak dixwaze bi kar û barê dike va ji bo şêniyên Mêrdînê bibe mînak.
- "Ev erd dêm bû û me anî vî halî"
Murat Abak daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku dema ew li Bursayê diman pere ji kar û barên paletiya firingiyan qezenc dikirin.
Abak ragihand ku wî xwest agahî û tecrubeyên li xerîbiyê hîn bû li bajarê xwe biceribîne. Bi vê xeyal û daxwazê Abak erdê dêm ê nêzî rêya Mêrdîn-Diyarbekirê bû kirê kir.
Di berdewamiya xeberdanê da Abak got: "Min li zeviya keviya rê bû dest bi kar kir. Min dixwest bila hembajariyên me bibînin û ew jî eleqedar bibin. Piştî gelek hewl û xebatê min ev erdê dêm anî vî halî. Bi qasî mehekê ez pê ra eleqedar bûm. Dahateke baş jê hat û me ji hêviya xwe zêdetir firingî rakir."
Xebata Abakê ku ji paletiyê dest bi cotkariyê kir bi kêrî gundê wî jî hat lewra berê navê gund bi tenê dihat zanîn û îro şêniyên dor û berê dibêjin firingiyên Erogluyê.
Di karê cotkariyê da herî zêde Sadiye Abak piştgiriyê dide mêrê xwe.
Abakê diyar kir ku ew ji ber cotkariyê dikin pir kêf xweş in û wiha pê da çû: "Em xebitîn, me gelek hewl da û tevlî xebatkarên xwe me ev erd anî vî halî. Em firingiyan difiroşin, dikin salçe. Ez jî alî mêrê xwe dikim."