Haydar Şahin
25 Îlon 2019•Rojanekirin: 28 Îlon 2019
Kemal Saglamê Hîndekarê Doxtor ê Fakulteya Huner û Dîzaynê yê Zanîngeha Artvîn Çoruhê resmê dayikên ji bo zarokên xwe yê revandine çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a Diyarbekirê ya HDPyê çalakiya rûniştinê dimeşînin li ser tuvalê xêz kir.
Saglam resmê dayikên ku HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin û ji 3yê îlonê vir da li pêşiya avahiya partiyê ya li Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dimeşînin xêz kir û piştgirî da wan. Saglam daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku beriya were Diyarbekirê xwe xiste dewsa dayik û bavan û wiha axivî: "Ez fikirîm û min ji xwe ra got, 'Heke tiştekî wiha bianîna serê zarokên min gelo min ê çi bikira?' Min heq da dayikên li vê derê û hatim vê derê ku piştgiriyê bidim wan."
- "Li vê derê qêrîn û hewareke biêş û jan heye"
Saglam bal kişand ku di resman da rêgeza ekspresyonîst dişopîne û wiha pê da çû:
"Çalakiya rûniştinê jî ekspresyonîst e yanê ya di dilan da der dike, ez jî vê xêz dikim. Ez jî bi hunerê xwe hatim vê derê ji bo serfiraziyê resmê xêz dikim. Dixwazim resmê xwe diyarîBirêz Serokomarê me bikim. Agir bi dilê dê û bavên vê derê ketiye. Wê êşa xwe der dikin. Li vê derê qêrîn û hewareke biêş û jan heye. Ez bi hunerê xwe li cem dayikan im. Dixwaza min ew e ku ji belaya terorê xilas bibin, bi aştî û hizûr bijîn û ji bo wê li vê derê me."