Tirkiye

Li quntara Uludaxê tûrîzma gera bi hespan

Ziyaretvan tên navenda siwariyê ya li quntara çiyayê Uludaxê, di nav xweşikahiya tebîetê da li hespan siwar dibin

Haydar Şahin  | 16.01.2019 - Rojanekırın : 18.01.2019
Li quntara Uludaxê tûrîzma gera bi hespan

Bursa

BURSA 

Kesên tên navenda suwariyê ya li quntara çiyayê Uludaxê yê li Bursayê di nav xweşikahiya tebîetê da li hespan siwar dibin.

Bi hewla Muzaffer Çîlekê Kosolosê Fexrî yê Bursayê yê Bosna Hersekê li Kazanciya gundê Kestela navçeya Bursayê navenda siwariyê hat vekirin û li navendê ji 40î zêdetir hespên cinsê cuda hene.

Gelek tûrîstên xwecî û biyanî yên tên ziyareta tesîsê li rexê Gola Kazanciyê di nav darên çamê da li ser berfê li hespan siwar dibin û dîmenên Uludaxê temaşe dikin.

Burak Yalimê berpirsyarê tesîsê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li taxa Kazanciyê hewl didin ku bi hespan va çanda Boşnaqan bidin nasîn.

Yalim diyar kir ku ji bê hezkiriyên tebîetê turan amade dikin û perwerdeya siwariyê didin û wiha pê da çû: "Bi hezaran sal e hesp parêçeyekê çanda Tirkan e. Di van demên dawîn da bi saya rêzefîlman dîsa eleqeyê dibîne. Em ji bo vê gelekî kêfxweş in. Ev parêçeyekê çanda me ye. Em dixwazin ku her bi hespan ra eleqedar bibin. Hesp ji bo merivan gelekî baş in."

- "Kesên ji Hong Kongê tên jî hene"

Yalim got kesên ku qet hesp nedîtine û lê siwar nebûne jî li ser berfê li hespan siyar dibin û pê digerin û wiha axivî: "Bajar gelekî qerebalix in. Me eva tesîsa ava kir ku welatî werin li vê derê li hespan siwar bibin."

Yalim destnîşan kir ku li tesîsê perwerdeya tîrkevaniyê û tîrkevaniya li ser hespê didin û wiha pê da çû:

"Em di nav qada siwariyê da jî turan amade dikin lêbelê li quntara çiyayê Uludaxê ger zehf xweş e. Li ser berfê qasî saetekî digerin. Ne bi tenê di hewaya xweş da di nav berfê da jî siwarbûna hespê xweş e. Me çend roj berê ji mêvanên xwe yên ji Hong Kongê hatibûn ra mazûvanî kir. Li ser berfê li hespan siwar bûn, gelekî kêfxweş bûn."

- "Di nav berfê da li hespê siwar bûm, gelekî xweş e"

Zeynep Batikana ku li hespê siwar bû diyar kir ku ev salek e perwerdeya siyariyê dibîne û wiha pê da çû: "Nika zivisan e. Di nav berfê da li hespê siwar bûm, gelekî xweş e. Dema meriv ji dûr va lê mêze dike ditirse lêbelê çaxa li hespê siwar dibe jî meriv naxwaze jê peya bibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın