Türkan Tosun
16 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2019
MINBÎC/ANKARA
Li Minbica di bin dagirkeriya YPG/PKKya rêxistina terorê da ye dema eskerên Amerîkayê dewriye davêtin teqîn çêbû.
Li gor agahiya ji çavkaniyên herêmî hat hildan, li Minbica di bin dagirkeriya YPG/PKKyê da ji ber sedemeke nediyar têqîn çêbû.
Dema teqînê da çend eskerên Amerîkayê yên dewriye davêtin birîndar bûn.
Artêşa Amerîkayê eskerên xwe bi firokeyan tahliye kir.
Hat ragihandin di teqînê da hin kes jî mirine.
Minbica navçeya Helebê ji Tebaxa 2016an vir vadi bin dagirkeriya YPG/PKKyê da ye. Amerîkayê soz dabû û gotibû piştî ku navçe ji DEAŞê bê paqijkirin YPG/PKKyî wê navçeyê terk bikin. Ji ber ku Amerîka li ser soza xwe nesekinîbû û demek dirêj derbas bûbû, di Hezîrana 2018an da Tirkiye û Amerîkayê li ser Minbicê nexşerêyek ava kiribûn. Li gor vê planê Tirkiye û Amerîka li navçeyê dewriyeyên hevpar davêjin.