Türkan Tosun
16 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2019
BATMAN
Ji ber êrîşa terorê ya li Kozluka navçeya Batmanê ji hêla terorîstên PKKyî va hatibû kirin û mamosteya muzîkê Şenay Aybuke Yalçin hatibû şehîdkirin 5 şikbar dihatin darizandin. Di vê navê da biryar hat dayîn şikbaran ji ber sûcê "çekan didin rêxistina terorê" 18 sal cezayê hepsê xwarin.
Rûniştina dozê li Mehkemeya Cezaya Giran a 3yemîn a Batmanê çêbû. Şikbar Lezgîn Ekîncî, Menderes Ekîncî, Necat Ekîncî, Maşuk Çelîk û Mehmet Fîdan û parêzerên wan beşdarî rûniştinê bûn.
Dozger mutalaaya xwe dubare kir û got şikbar bi terorîstan ra tevgeriyane, mekanîzmaya bombeyê amade kirine û paşê jî êrîş kirine.
Dozger got der barê şikbaran da ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya biçek" û "bêdestûr hewandina madeyên bitalûke û belavkirina wan" îdianame hatiye amadekirin û xwest li gor madeya 135emîn a TCKyê ew ji ber sûcê "çekan didin rêxistina terorê" bên cezakirin.
Şikbarên girtî ev sûc qebûl nekirin û xwestin ku ew bên berdan.
Mehkemeyê der barê 5 şikbaran da 18 sal cezayê hepsê da.
- Bûyer
Li Kozluka navçeya Batmanê di 9ê Hezîrana 2016an da terorîstên PKKyî êrîşî wesayîta Şaredar Veysî Işik kiribûn. Mamosteya muzîkê Şenay Aybuke Yalçina ku piştî merasima belavkirina qarneyan diçû mala xwe di êrîşê da giran birîndar bûbû û ew rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Kozlukê, lê ew li wir şehîd ketibû.
Li ber Qereqola Cendirmeyan a Bekirhanê dema hêzên ewlehiyê wesayît kontrol kiribûn wesayîta terorîstek tê da bû dabûn sekinandin, lê ew nesekinîbû û wesayît teqandibû. Di teqînê da 2 esker şehîd ketibûn û welatiyek jî birîndar bûbû.