Fatih Gazioğlu
19 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2019
- Abdurezzak Yildizê ku li Biçakçiya gundê Batmanê dije bi xêra teşwîqa dewletê çêwlika elokan ava kir.
Yildiz ji bo teşwîkê serî li Midûriyeta Daristan û Çandiniya ya Bajêr da. Serîlêdana Yildiz hat qebûlkirin ji dewletê 2 milyon û 300 hezar lîre teşwîq wergirt.
Yildiz bi vî pereyî li ser 54 hezar û 400 metrekare erdê çêwlikeke elokan ava kir. Yildiz daxuyanî da nûçegihanê û got ku di çêwlîka wî da 9 kes dixebitin û wiha axivî:
"Di çêwlika min da niha 14 hezar elok hene û niha 4 hezarê wan bona firotinê amade ne. Min ji xwedîkirina elokan gelekî hez dikir. Min lêkolîn kir. Di encama lêkolînê da min dît ku li herêmê tu çêwlikên elokan tune ne. Min jî ji bo teşwîqê serî li Wezareta Daristan û Çandiniyê da. Tesîse min gelekî modern û paqije. Elokên li vir mezin dibin di şert û mercên baş da dijîn û ji bo firotinê her dam amade ne. Em elokên xwe li gund xwedî dikin. Ji ber vê tehma goştê wî gelekî xweş e. Ez dixwazim rojekê restorana elokan jî vekim."