Türkan Tosun
08 Îlon 2026•Rojanekirin: 08 Îlon 2026
Di hefteya 4emîn a Lîga Super a Trendyolê da tîma Gazîantep FKyê li deplasmanê bi 4-2 Goztepe têk bir.
Tîmên Gazîantep FK û Goztepeyê li Stada ISONEM Park Gursel Akselê hatin pêşberî hev.
Hakem Umît Ozturk, Yusuf Susuz û Selîm Şenoz pêşbirk bi rê va birin.
Di deqîqeya 5emîn a pêşbirkê da Halîl Dervîşoglu golek avêt, Gazîantep FK bi 1-0 bi ser ket.
Di deqîqeya 10emîn da Myenty Abena golek avêt û serkeftina tîmê bû 2-0.
Di deqîqeyên 34emîn û 45+1emîn da jî Kacper Kozlowskî 2 gol avêtin û Gazîantep FK bi tevahî gihîşt 4 golan.
Nîva ewil a pêşbirpê bi 4-0 serkeftina Gazîantep FKyê va dawî bû.
Di nîva duyem a pêşbirkê da gola ewil ji tîma Goztepeyê hat.
Futbolîstê Goztepeyê Juan Santos di deqîqeya 52yemîn da golek avêt û encama pêşbirkê bû 4-1.
Di deqîqeya 90+2yemîn da dîsa Juan Santos golek avêt û encam bû 4-2.
Pêşbirk bi 4-2 serkeftina Gazîantep FKyê dawî bû.
Di vê navberê da, rahênerê teknîkê Orhan Ak yê ku bi Gazîantep FKyê va li hev kir, bi vê pêşbirkê va dest bi pêşbirka xwe ya ewil kir.