07 Hezîran 2016•Rojanekirin: 07 Hezîran 2016
ANKARA
Serokomar Erdogan: "(Li ser êrîşa terorê ya li Stenbolê) Vê gavê Serdozgeriya me li herêmê xebatên xwe dike. Ji bo 7 polêsên me yên ku şehît bûn, ji bo 4 sivîlên me yên ku şehît bûn jî vê gavê hemû karên edlî dewam dike."
Serokomar Erdogan: "Tabîkî cangoriyên me hene. Bi rastî di vê mijarê da em pir xemgîn in kezeba me dişewite lê berdêla her tiştekî heye. Ev têkoşîna ku ji merivê ewil dest pê kiriye wê heta roja qiyametê dewam bike. Yanî niha tiştekî ku bibêjin qediya yan jî wê biqede, rewşeke wisa tuneye. Ya esil ew e ku bê asta herî kêmkirî. Di vê mijarê da hêzên me yên çekdarî, teşkîlata me ya ewlehiyê û gundparêzên me bi rastî jî têkoşîneke hevpar didin. Emê bidin jî."
Serokomar Erdogan: "Ez vê bi eşkereyî bibêjim, cihêtiya rêxistina terorê ya ji bo leşkerên sivîl û polêsên sivîl me eleqedar nake. Di rastiyê da însan şehît dibin û tiştên dikin li dijî mirovahiyê ye. Wezîfeya polês, leşker û gundparêzên me çi ye? Li vî welatî pêkanînan ewlehiya can û mal e. Yanê pêkanîna ewlehiya hemû gel e. Li dijî van kesan êrîşa terorê tê kirin û ev nayê efûkirin. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe ya li dijî terorê berdewam bikin."
Serokomar Erdogan: "Divê em her dem û li her derê ji bo tiştên wiha yên terorê amade bin. Yanê terorîst tu wextê ranazên. Meriv nizane teror çi çaxê çi dike û çi diteqîne. Loma jî em jî hemû tevdîran hildidin û em ê tim hildin."
Serokomar Erdogan: "Ewên ku di duyemîn roja meha remezana pîroz da, li taxeke qerebalixî Stenbolê, di nîvê caddeyê da, ew êrîşa menfûr li dar xistin, baweriya wan bi hîç tiştekî tuneye. Tirkiye wê qet serê xwe li ber cinawirên terorê yên bêexlaq ku bi xwîn û janê xwe bixwedî dikin, netewîne."