07 Hezîran 2016•Rojanekirin: 07 Hezîran 2016
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim wê sibê here Stenbolê û kesên ku di êrîşa terorê ya li Veznecîlerê de birîndar bûne ziyaret bike.
Li gor çavkaniyên Serokwezîrtiyê, Yildirim wê here nexweşxaneya ku welatiyên di êrîşa terorê ya Veznecîlerê de birîndar bûne.
Yildirim wê serlêdana nexweşan bike û der barê rewşa wan de agahiyan hilde.
Serokwezîr Yildirim: "Rêxistinên terorê yên ku di rojên ewil ê remezana mibarek da kuştina welatiyên me ji xwe ra dikin armanc, Bi vê êrîşa xwe va careke din dîsa jî dane nîşan ku dijminê mirovahiyê û hemû nirxên mirovahiyê ne. Çi dibe bira bibe, dewleta Komara Tirkiyê dê ji hedefa xwe ya têkoşîna dijî terorê tu wextî neyê xwarê."