Nihat Kavşut
17 Îlon 2015•Rojanekirin: 17 Îlon 2015
Parlementerê HDPyê yê Sêrtê Kadrî Yildirim: "Di bingeha meseleya kurdan da perwerdeya bi zimanê kurdî heye. Ji ber vê jî hûn ji bo kurdan çi bikin jî heta perwerdeya bi zimanê zikmakî tunebe, meneya tu tişetkî tuneye."
Yildirim civîna çapemeniyê çêkir û got "Ez dixwazim bi zimanê xwe silavê li we bikim" û bi kurdî dest bi xeberdana xwe kir.
Yildirim peyra xeberdana xwe bi tirkî berdewam kir û wiha got: "Di bingeha meseleya kurdan da perwerdeya bi zimanê kurdî heye. Ji ber vê jî hûn ji bo kurdan çi bikin jî heta perwerdeya bi zimanê zikmakî tunebe, meneya tu tiştekî tuneye."
Yildirim diyar kir ku di vê heyamê da mirovahî derdikeve hîvê, lê kurd nikarin bi zimanê xwe perwerde bibin û wiha dewam kir: "Birêz Erdogan tiliya xwe dihejîne û dibêje 'çi yê we kêm e?'. Birêz Davutoglu jî dibêje kurd dikarin bi zimanê xwe şînê bikin û pesnê xwe dide."
Yildirim destnîşan kir ku divê di polên 5, 6, 7 û 8an da dersa kurdî were dayîn û wiha got: "Carna dibêjin dersxane tunene, carna jî dibêjin mamosteyên kurdî tunene."
Yildirim diyar kir ku çend roj berê 37 hezar mamoste hatin tayînkirin û wiha dewam kir: "Di nav da 11 ji bo kurmancî, yek jî ji bo zazakî hebû. Ji bo ingilîzî 4 hezar û 37, ji bo fransî 17 û ji bo erebî 327 mamoste hatin tayînkirin. Ji bo kurdî tenê 12 mamoste hatin tayînkirin. Ma ev wijdanî ye."
Yildirim destnîşan kir piştî hilbijartina di 1ê sermawezê da ji bo li Meclisê qursa kurdî were vekirin wê serî li Serokatiya Meclisê bixe.
Yildirim di xeberdana xwe da wiha got: "Heta niha ji beşa Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê hezar û 500 kes mezûn bûne û ji nav tenê 39 kes ji bo mamostetiyê hatin tayînkirin."