07 Hezîran 2016•Rojanekirin: 07 Hezîran 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo kesên di êrîşa terorê ya li Veznecîlerê qewimî da birîndar bûn ziyaret bike hat Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Hasekiyê.
Li vir Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn, Serhekîm Doç. Dr. Savaş Ozturk, Serdozgerê Komara Stenbolê Hadî Salîhoglu, Serokê Şaredariya Fatîhê Mustafa Demir û rayedarên din pêşwaziya Serokomar Erdogan kir.
Serokomar Erdogan wê birîndarên li nexweşxaneyê ziyaret bike, ji rayedaran agahî hilde.
Serokomar Erdogan, bi têlefonê li Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala geriya, der heqê bûyera terorê ya li Veznecîlerê qewimî û di encamê da polês şehîd bûn û welatî mirin da agahî hilda.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê êrîşa terorê ya li Veznecilera Stenbolê ji rayedaran agahî hilda.
Li gor agahiyên çavkaniyên Serokomariyê Erdogan der barê êrîşa ku tê da polês û welatî mirin da li Wezîrê Karên Navxweyî Efgan Ala geriya û agahî hilda.
Hat diyarkirin ku Erdogan ji Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn jî agahî hilda û hat gotin ku bi rayedaran ra di nav têkiliyê da ne.
Hat diyarkirin ku Erdogan êrîşa terorê şermezar kir û ji bo polêsên şehît bûn û welatiyên mirin sersaxî xwest û ji bo birînadaran jî şifa xwest.
Ji aliyê din ve Dadgeriya Cezayê Sulhê ya 10em a Stenbolê der heqê êrîşa terorê da biryara qedexeya weşanê da.
Lijneya Bilind a Radyo û Têlevîzyonê (RTUK) daxuyaniya nivîskî da û got ku bi biryara Hakimtiya Cezayê Sulhê ya 10em a Stenbolê der heqê êrîşa terorê da biryara qedexeya weşanê da.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku heta jêpirsîn temam bibe, di medyayê da weşana her cure nûçe, hevpeyvîn, rexne hat qedexekirin.