Elif Irmak
21 Sibat 2021•Rojanekirin: 21 Sibat 2021
Hat ragihandin ku li Şîrvana navçeya Sêrtê nexweş û gundparêzên ku di berfê da asê mabûn hatin xilaskirin.
Di daxuyaniya Îdareya Taybet a Bajêr da hat diyarkirin ku li navçeyan xebatên têkoşîna dijî berfê dewam dikin.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku li navçeyên Perwarî, Eruh, Şîrvan û Bayqanê rêya hemû gundan ên hatibûn girtin hatin vekirin, li herêmên ku lê berf dibare ekîb hember rewşên acîl amade ne û wiha hat gotin:
"Pêşaniya me ew e ku nexweş û wesayîtên ku di rê da mehsûr mane bên xilaskirin. Li gundê Elmadaliyê welatiyekî me yê îxtiyar û nexweşê şekirê hat xilaskirin. Ekîban li rêya heman gundî tîma gundparêzên ku dema ji peywirê vedigeriyan ji ber ketina şapeyê mehsûr mabûn hî xilas kir û gundparêz sax û silamet gihan gundê xwe."