Abdullah Tel
20 Sibat 2021•Rojanekirin: 22 Sibat 2021
Li Bîngolê gurê birîndar hat dîtin ji bo tedawiyê şandin Navenda Rehabîlîtasyon û Xilaskirina Heywanên Kovî ya Qers Qafqasê.
Li gor daxuyaniya şaredariyê di 17ê Sibatê da li ser rêya Bîngol-Gêncê gurekî birîndar hat dîtin. Tedawiya wî ya ewil li Navenda Rehabîlîtasyon û Mêzekirina Heywanên Kuçe û Kolanan a Şaredariya Bîngolê hat kirin.
Wisa tê hesabkirin ku wesayîtekê li gur xistiye û piştî tedawiya ewil ew sewqî Navenda Rehabîlîtasyon û Xilaskirina Heywanên Kovî ya Qers Qafqasê kirin.
Piştî ku tedawî û dermankirin biqede wê gur berî dehlê bidin.