Jiyan

Li Agiriyê pez dizê û heywandar kelecanî ne

Haydar Şahin  | 20.02.2021 - Rojanekırın : 21.02.2021
Li Agiriyê pez dizê û heywandar kelecanî ne Abdullah Söylemez - AA

Ağrı

 Li Agiriyê ji bo zêdekirina heywandariya pêz û bereketê di kordinasyona Walîtiyê da "Projeya Di 5 Salan da 750 Hezar Pez" dan destpêkirin, heywandarên bûn xwedî pêz bi bûyîna berxan va kêfxweş bûn.

Kesên ji projeya bi hevkariya Walîtî, Midûriyeta Çandinî û Daristanan û Bankeya Ziraetê hat amadekirin îstifade kirin pezê xwe teslîm hildidin. Di projeyê da heywanan bêyî îpotek û faîzê li heywandaran belav dikin.

Li bajarê ji hêla heywandariyê va di nav bajarên sereke yên Tirkiyeyê da cî digre heywandar di van rojên sir û sermayê da xwedîkirina pezê xwe yê bi piştgiriya dewletê sitandin îhmal nakin.

Heywandar li bajarên li hin ciyên wê qalindahiya berfê digihêje mêtroyekê gihê li ser berfê direşînin û kayê di kurnan da belav dikin û pezê xwe alif dikin. Êdî serî kete pêz û mî dizên, heywandar bi bûyîna berxan kêfxweş dibin.

Fesîh Taşdemîrê li Dîlekyaziya gundê Taşliçaya navçeya Agiriyê heywandariyê dike diyar kir ku bi piştgiriya dewletê pezê xwe zêde kirin, serî kete pêz û van rojan kelecaniya berxan heye.

Taşdemîr wiha axivî: "Kal û bavên me 100 sal e rêncberiyê dikin, ez jî 43 sal e vî karî dikim. Me serî li projeyê xist û pez sitand. Ez ji dewleta me ra sipas dikim. 106 miyên me hebûn, 100 heb jî dewletê dan me. Hetanî niha 70 miyên min zane û em kêfxweş bûn. Neviyên min gelekî ji berxan hez dikin û her tim bi var ra dilîzin. Înşellah ez ê di nav 2 salan da deynê xwe xilas bikim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın