Jiyan

Berfê Erdîş bi xêliya sipî xemiland

Haydar Şahin  | 20.02.2021 - Rojanekırın : 21.02.2021
Berfê Erdîş bi xêliya sipî xemiland Fotograf: Necmettin Karaca - AA

Van

Berfa li Erdîşa navçeya Wanê dibare her alî çîl û sipî kir.

Berfa li navçeyê bi şev dest bi barînê kir li perava Behra Wanê û parkan dîmenên xweşik derxist holê.

Li navçeya xêliya sipî li xwe kiriye dîmenên xweşikahiya zivistanê bi droneyê hatin kişandin.

Ekîbên şaredariyê jî berfa li kuçe û kolanan kom bibû bi kamyonan kişandin dervayî navçeyê.

Wekî mayîn ekîbên rêbejayê jî berfa li rêbejayên Erdîş-Agirî û Erdîş-Wanê paqij kirin û li rê xoy reşandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın