Hilmi Tunahan Karakaya
02 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2024
Kevirên cinan ên li Narmana navçeya Erziromê derdora wan piştî ketina berfê spîçîl bûn.
Kevirên cinan 90 kîlomêtre dûrî navenda bajêr e û di kîlomêtreya 7emîn a rêya Narman û Pasînlerê da ye.
Kevirên cinan ên Narmanê dişibin Newala Grandê ya navdar a li Amerîkayê û di kevirên cinan da 12 newal hene.
Piştî ku berf di ser da ket kevirên cinan sor û spî bûn. Her sal bi hezaran turîstên xwecî û biyanî keviran ziyaret dikin.
Hin welatiyên li herêmê jî bi hespan di nava keviran da geriyan û dîmena newaze temaşe kirin.
Dîmena zivistanê ya li herêma kevirên cinan bi droneyê hat kişandin.