Jiyan

"Çivîka robot" a xwendekarên zanîngeha Agiriyê çêkirin ew ê li TEKNOFESTê were nîşandan

Haydar Şahin  | 17.09.2020 - Rojanekırın : 19.09.2020
"Çivîka robot" a xwendekarên zanîngeha Agiriyê çêkirin ew ê li TEKNOFESTê were nîşandan

Ağrı

"Çivîka robot" a dişibe başokê ya 2 xwendekarên zanîngehê li Agiriyê ji bo refên çivîkan ji zeviyan û balafirgehan dûr bigrin çêkiribûn ew ê li TEKNOFESTa Gazîentabê da werin nîşandan. "Çivîka robot" di pêşbaziya TUBÎTAKê da jî ketibû rêza duduyan.

Kemalettîn Demirbaş û Habîb Demîrbaşê biraziyê wî yên xwendekarên pola ewil a Bernameya Mekatronîkê ya Pêşlîsansa Meslekî ya Zanîngeha Îbrahîm Çeçenê di çarçoveya Projeya Çivîka Robot da dest bi xebatan kirin.

Çivîka robot a ji bo refên çivîkan ji zeviyan û balafirgehan dûr bigrin û keşfên eskerî bikin di 9 mehan da bi amûrên ji fîberê va hat temamkirin.

Porejê di pêşbaziya herêma Erziromê ya TUBÎTAKê da kete rêza ewil paşê di pêşbaziya Projeya Lêkolîna Xwendekarên Zanîngehê ya 2242 ya TUBÎTAKê ya ku di banê TEKNOFESTê da tê kirin da jî li Tirkiyeyê kete rêza duduyan.

Osman Varolê Walî û Prof. Dr. Abdulhalik Karabulutê Rektorê Zanîngeha Îbrahîm Çeçenê bi xwendekarên vegeriyan bajêr ra hatin ba hev û ji ber vê serkeftinê herdu xwendekar pîroz kirin, belgeya serkeftinê û zêr dan wan.

Habîb Demirbaşê xwendekar daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku projeya wan ew ê di 24-27ê îlonê da li Navenda Fuarê ya Rojhilata Navîn a li Gazîentabê were nîşandan.

Demirbaş got ji bo tevkariyê binin pîşesaziya parastinê dest bi projeyê kirin û wiha axivî: "Projeya me li ser nûjeniyê bû. Hin xebatên hene ku wesayîtên hewayê yên din nikarin bikin. Wesayîtên wekî Droneyê yên baskên wan sabît bikarin kamufle bibin û dengekî zêde ji perwaneyên wan tê. Çivîka robot mijara kamufleyê çareser dike. Li balafirgehan û zeviyan çivîkan dûr dixe. Wesayîtên din ên hewayê nikarin vê bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın